Hevpeyvîna rojnameya War bi Hêvron Amkî re

Hêvron di sala 1982an de li bajarê Helebê ji dayîk bûye.
Di sala 2006 lîsans di beşê aborî de ji zanîngeha Helebê werdigre.
Di sala 2004an de dest bi xebata şanogerî dike, yekemîn xebata wê ligel Şanoya Netewî bû û di lîstika “Hezar şev û şevek” de cih digre.

Piştre tevlî Koma Şanoya Zanîngehê dibe, derdorê çar salan endama komê bû, di wê demê de gelek lîstok pêşkêşkirin, wek mînak: “Daweta birciwaziyê biçûk” ya Bertolt Brecht, “Revandin” ya danerê Polonî Ernoş Erdensky….hwd.
Di sala 2007 de dibe endama Koma Newroz ya bazdanê li Efrînê.
Ev bû nêzîkî salekê li Almanya dijî, niha zimanê Almanî li zanîngeha Munsterê dixwîne û di Koma Aso ya şanoya Kurdî de cih digre.

War: Hinekî ji mere behsa destpêka hezkirina xwe ji şano re bike!

Hêvron: Di nûciwaniya xwe de ez bi lîstikvaniyê difkirîm lê ewqas girêdaneke cidî  tune bû,  tu dikarê bêjî wek xewna her keçek dixwaze bibe stêrkek di cîhana lîstikvaniyê de.

Lê piştî tevlîbûna min di Koma Zanîngehê de, ez têgihîştim ku şano ne tenê derketina ser dikê ye, ne tenê ji bo kenandin û girîkirina  cemawerê ye, şano dikare bandoreke sereke di guhertina civakê de bilîze. Her wisa ew atmosfera ku ez têde dixebitîm, nemaze xebata ligel derhênerekî pispor û lîstîkvanên xwedî ezmûn  hîşt ku ez bi şanoyê bêhtir bîme girêdan. Hêjayî gotinê ye jî ku min gelek sûd wergirt ji şîret û çanda dewlemend ya derhênerê Komê mamoste Beşar Fistoq.

War: Hûn di şano de jî  cih digirin û berê xwe didin  sînema, hûn çawa bi van her du karan radibin?

Hêvron: Bi rastî nizanim eger dikarim nirîna xwe di vê warî de bidim, hîn tecrubeya min di sînamyê de nû ye, min tenê di kurtfîlmeke kurdî de lîstiye. Ez tenê dikarim bêjim ku lîstîkvan li ser dikê bi tîkiliyeke zindî ligel cemawerê şanoyê dihese, cemawer rihekî dide şanoyê lê di sînama de ev tişt tuneye.

War: Şano yan Sînema, tu bêhtir di nava kîjanê de xwe dibînê?

Hêvron: Heya niha ez dikarim bêjim ez bêhtir  ji xebata şanogerî hez dikim.

War: Di van demên dawî  de, gelek kurte filim yan filimên kurdî derketin  pêşberî  temaşavnan, anko di serdema niha de bizavek ber çav heye di vî  warî de, hûn vê yekê çawa dibînin û astê  Sînema kurdî çawa dinirxînin?

Hêvron: Rast e, em gelek nûçeyan derbarê vê yekê dixwînin, her wiha gelek derhênerên Kurd xelatên navnetewî bi dest xistine, ev jî tiştekî posîtîv e ji bo sînameya Kurdî. Lê mixabin hem hejmara fîlmên Kurdî hindik e, hem jî çanda temaşekirina fîlman li ber ekranên mezin hîn baş belav nebûuye di nav Kurdan de.

War: Di vê serdemê  de em dikarin bêjim şano ya kurdî heye?

Hêvron: Hin hewldanên şexsî  têne kirin, lê li hember şanoyên netwên din em dikarin bêjin ku şanoya Kurdî tune ye.

War: Di van her du waran de astengî  çi ne, jibo pêşketina van her du cîhanan çi tê xwestin?

Hêvron: Gotineke li çiyayê Kurmênc dibêje: “Pere te dibe ciyê fere”, ango  dê çawa pêşketin çêbibe eger alîkariya aborî tune be, ev ji hêlekê.

Ji hêla din jî, destgehên Kurdî ji bo fêrbûna akadamîk tune ne, gelo emê ji ku xebatkarên şano û sînamayê peyda bikin?

Em dûr neçin, eger em bixwazin lîstokeke bi kurmancî çêbikin em rastî nivîsên şanoyê nayên, her wiha nivîsên wergerandî jî tune ne.

War: Bizav û çalakiyên we yê nû hene, ger hebin çi ne?

Hêvron: Ev bûn çend roj min kişandina kurtefîlmek bi navê “Gulek ji bo Nesrîn” qedandiye, her wiha em di koma  ASO de amadekiriya lîstikek bi navê “Xanîkê Kirî”  dikin. Her wiha projeya lîstikek  bi navê “Derî veneke” di rojevê de ye.

Demhat Dêrikî: Rojname WAR

Foto: Tirejafrin, Akalser.

Bloga Zinar Ala

دیدگاهتان را بنویسید

نشانی ایمیل شما منتشر نخواهد شد. بخش‌های موردنیاز علامت‌گذاری شده‌اند *

You may also like